El Monitor: Wê Kongra Amerîkayê bi rêyeke nû alîkariya HSDê bike
PeyamaKurd - Malpera Monîtor a Emerîkî ragihand ku, Kongre dê bi rêbazekî nû piştigiryê bide HSDê..Li gorî malperê, wê piştgirî bi taybet ji bo şaneyên veşartî û dadgehkirina terorîstên DAIŞê be..Ev yek di çaxekê de tê ku, hewldanên ji bo avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê zêde dibin..
Rêveberiya Xweser jî lez daye xebatên xwe yên dîplomatîk û karîbû, bandorekê li raya giştî ya Cîhanê bike.Malpera Monitor a Emerîkî ragihand ku, Kongra Emerîkî ji bo dosyaya girtiyên DAIŞê wê zêdekirina derfetên Pentagonê, dixebite.
Di wextekê de ku HSDê li dijî şaneyên razayî pêngavên xwe xurt dike, monîtor dibêje wê Kongres derfetên zêdekirina piştgiriyê ji HSDê re ji bo Pentagonê bide. Derfetên navborî li gorî nûçeya Monîtor wê pentagon dezgehên demkî yên biçûk û nuqteyên bi teknoljiyeke pêşketî da ku bikaribin çeteyan bigirin, ava bike.
Monîtor ev rêbaz bi cureyeke nû ya pişgiriya Kongresê ji HSDê re binav kir.. Kongra Emerîkî hewl dide ku, vê aloziyê di warê projeya parstina nû de çareser bike..
Li gorî monîtorê, Kongra ji Pentagonê xwesitye ku korîdînatorekî di navbera welatan de ji bo dosyaya girtiyan bi cih bike.. Her wiha bang dike ku, ji bo di despêka sala bê de her 90 rojî çete vegerin welatên xwe, qanûneke taybet çêbibe. Li gorî agahiyên Monîtor dê Kongre di vê hefteyê de dest bi nîqaşa vê mijarê bike.
Malpera Monîtor da zanîn ku, Wezareta Parstinê ya Emerîka civînekê bi navê “çareserkirina mijara bermahiyên DAIŞê vê hefteyê li Brûkselê pêşwazî dike.. Ev agahiyên ku derdikevin di wextekê de tên ku Hêzên Sûriya Demokartîk pêngavên xwe li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê didomîne..
Di heman wextê de, di vê dema dawiyê, tevgera dîplomatîk a welatên Ewropayê li gel Rêveberiya Xweser zêde bûye.. Di van şandeyan de, hewl tê dayîn ku dosyaya DAIŞê ya ku xeteriyeke li ser tevahiya Cîhanê ye, were çareserkirin.
Herî dawî jî şandeyeke payebilind a hikûmeta Swêdê hevdîtin bi Rêveberiyê re pêk anî.. Di vê hevdîtinê de, Swêd mijara avakirina dadgeheke navdewletî erê kir.. Ji xwe Rêveberiya Xweser ragihandiye ku, pêwîst e hezar çeteyên biyanî yên ji 50 welatî li ser axa ku lê hatine girtin werin darizandin.
Halê hazir helwesta gelek welatan erênî ye..
Tê payîn ku di rojên bê de gavên mezintir di warê dadgehkirina çeteyan de werin avêtin.. Gelo wê Emerîka û welatên Koalîsyonê roleke bi çi awayî bilîzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin