Amerîkayê, ji bo HSDê alîkariya leskerî sand
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmê ve hatin ragihandin, Amerîkayê, ji bo hevalbendê xwe yê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD)ê alîkariyeke mezin a leşkerî şandiye.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Amerîkayê 80 barhilgirên bi çek û cebilxaneyan dagirtî, şandiye Rojava û radestî HSDê kirine. Hat diyarkirin ku di nav van barhilgiran de alîkariyên lojîstîk jî hene.
Di agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku konvoya leşkerî ya Amerîkayê, dema di Qamişloyê re derbas bûye hatiye dîtin. Bi van 80 barhilgiran re hejmara barhilgirên ku îsal ji bo herêmên bin venêrîna Kurdan re hatine şandin, gihîşt hezar û 205an.
Hat ragihandin ku ji bilî hin herêmên Suriyeyê, li herêmên Hesekê, Reqa û Deyrîzorê yên bin venêrîna hêzên Kurd, herî kêm 11 baregeh û xalên leşkerî yên Amerîkayê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin