Amerîkayê karwaneke din a leskerî ji HSDê re sand

25 March 2019 20:12 0 dîtin
Amerîkayê karwaneke din a leskerî ji HSDê re sand

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump serkeftina dawî ya li hemberî DAIŞê ragihand, Amerîkayê karwaneke din a leşkerî ji HSDê re şand.

Li gor zanyariyên çavkaniyên parêzgeha Hesekê bi ser deriyê Sêmalka yê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê re karwaneke leşkerî ya zêdetirî 150 TIRan bo HSDê hat şandin.

Hat diyarkirin ku hejmarek zêde çek û alavên leşkerî bi rêya wê karwanê ji HSDê re hatine şandin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û HSDê girê dawî yê bajaroka Baxozê ji destê DAIŞê rizgar kiribû û serkeftina dawî ya li hemberê rêxistina terorîst ragihandibûn.