Amerîkayê 150 TIR alîkarîyên leskerî ji HSDê re sand
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike,150 barhilgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî û lojistîkî derbasî navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê kirin.
Şandina van alîkariyên leşkerî û lojistîkî ji hêzên HSDê re piştî lihevkirina Tirkiye û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê pêk tê ku ev demeke dewriyeyên hevbeş ên esmanî ji bo çavdêriyê li gundewarê Girê Sipî pêk tînin.
Li gor SOHRê ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê ji destê DAIŞê ve, ango ji 23yê Adarê ve heta niha Hevpeymaniya Navdewletî 28 karwan alîkariyên leşkerî ku ji bêhtir ji 3.500 barhilgiran pêk tê, derbasî herêmên HSDê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin