Berdevkê HSDê: Me ligel Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên li dijî DAISê rawestand

02 December 2022 14:08 0 dîtin
Berdevkê HSDê: Me ligel Hevpeymaniya Navdewletî operasyonên li dijî DAISê rawestand

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Aram Henna ji ajansa Reutersê re axivî û geşedanên dawî yên li herêmê nirxand.

Henna destnîşan kir, ji ber operasyonên hewayî û operasyonên bejayî yên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê operasyonên li dijî DAIŞê rawestandin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand, wan hemû çalakiyên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê rawestandiye.

Abdî diyar kir, ew bi şerê li dijî Tirkiyeyê mijûl in û li dijî DAIŞê şer nakin.

Di vê navberê de Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder jî da zanîn, ew ji "fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê" fêm dikin lê ji operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) yên li dijî Rojava bi fikar in.

Li ser pirsa gelo operasyonên li dijî DAIŞê dewam dikin an na, Ryder got, "Têkoşîna li dijî DAIŞê dewam dike. Me hejmara dewriyeyên xwe yên li qadê kêm kir."

Ryder got, HSDê dewriyeyên xwe yên li ser operasyonên Tirkiyeyê kêm kiriye, Amerîkayê jî hejmara dewriyeyên paralel kêm kiriye.