Hevpeymaniya Navdewletî: Em ê ligel HSDê wekî hevkar bimînin

19 December 2022 16:30 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî: Em ê ligel HSDê wekî hevkar bimînin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, piştî gera xwe ya duh a bi Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) re ragihand ku ew ê di têkoşîna li dijî terorîstên IŞÎDê de ligel HSDê hevkariya xwe berdewam bikin.

Hat diyarkirin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duh bi HSDê re li gundên rojhilatê bajarê Qamişloyê gereke hevbeş a leşkerî ya asayî ku ji 5 tankên Bradley, 2 firokeyan û otombîleke leşkerî ya “HSD” pêk dihat, ji binkeya Rimêlanê dest pê kiriye û li gundên herêmê geriyane û piştre vegeriyan Rimêlanê.

Di derbarê vê gerê de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî IŞÎDê, bi rêya hesabê medyaya civakî hat ragihandin ku gerên hevbeş ên di navbera wan û HSDê de belgeyeke pabendbûna wê bi peydakirina aramiyê li Rojava û rûbirûbûna IŞÎDê ya li herêmê nîşan dide.

Her wiha hat destnîşankirin ku ew ê ji bo jinavbirina IŞÎDê û bihêzkirina aramiya herêmê, ligel HSDê wekî hevkar bimînin.