Ji Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê operasyona DAISê: 6 terorîst...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li rojhilatê Dêrazorê di encama operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên H.A.T ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, 6 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê tevî çekên wan hatin girtin.
Derbarê operasyonê de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (H.A.T) roja Çarşemê 18ê Cotmehê danê sibehê 6 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê girtin.
Hate diyarkirin ku operasyon bi piştevanî û beşdarbûna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin û 6 çekdar hatine girtin ku 2 çekên kilaşînkof ên li cem çekdaran jî hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dê operasyonên li ser şaneyên terorîstên DAIŞê heta misogerkirina ewlehiya herêmê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin