HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li sînorê Sûriye-Iraqê operasyona DAISê da destpêkirin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li sînorê Sûriye-Iraqê yê parêzgeha Dêrazorî li dijî terorîstên DAIŞê operasyoneke nû ragihand.
HSDê îro 25ê Îlonê bi navê 'hemleya ewlekariyê' operasyona li dijî DAIŞê ya bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku balafirên hevpeymaniyê jî beşdar dibin.
Hat diyarkirin ku ev operasyon li dijî şaneyên çekdarên DAIŞê yên terorîstên li herêma Wadî El-Ecîc a li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ya li bejahiya bakurê Dêrazorê tê encamdan.
Çavkaniyan HSDê ragihandin di destpêka operasyona ku bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî birêve diçe de, tunelên ku şaneyên DAIŞê li Dêrazorê ji bo veşartina xwe û ya çekan bi kar tînin hatin hedefgirtin.
Herwiha hat ragihandin ku bi vê hemleyê operasyon li ser rêyên ku çekdar ji bo veguhastin û qaçaxçîtiya çekan bi kar tînin tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin