Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Sûriye û Iraqê 600 milyon dolar terxan dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civîna 86 endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku li bajarê Riyad ê Erebistana Siûdî doh 8ê Hezîranê hat lidarxistin de, hat ragihandin ku ji bo aramî û îstiqrara Sûriye û Iraqê dê 600 milyon dolar were cudakirin.
Wezîrê Derveyê Amerîkayê Antony Blinken ji welatên endamên hevpeymaniyê daxwaz kir ku çekdarên DAIŞê yên girtî ji nav kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin û bibin cem xwe.
Hevpeymaniyeke ku endamên wê dixwazin di erkê xwe de berdewam bin heta Iraq û Sûriyê bi temamî aram bibin û metirsiya derketina grûpên tundrew hevawayê DAIŞê nemînin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konferansa hevpeymaniyê de got: “Tevî hemû pêşveçûnan, şer bi dawî nebûye. Lewra ez dixwazim balê bikişînim ser wan pirsên ku pêwîstiya wan bi çareseriya bilez heye bo bidawîanîna yekcarî bi DAIŞê.”
Bilinken eşkere kir, Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide zêdetirî 600 milyon dolar kom bike, ev jî wek hewlekê ji bo aramîkirina navçeyên cuda yên Iraq û Sûriyê û di çarçoveya vê bernameyê de jî Amerîka biryar daye zêdetirî 148 milyon dolar cuda bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin