Hevpeymaniya Navdewletî: Em hevbesiya xwe ya bi artêsa Iraqê û hêzên Pêsmerge re didomînin

28 December 2022 10:40 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî: Em hevbesiya xwe ya bi artêsa Iraqê û hêzên Pêsmerge re didomînin

PeyamaKurd Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat tekezî li ser lawazbûna rêxistina terorê ya DAIŞê li Iraqê kir û diyar kir, DAIŞ ji bo têkdana seqamgîriya Iraqê hemû amrazên li ber destê xwe bi kar tîne.

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat ji K24ê re da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hevbeşiya xwe ya ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de didomîne.

Rachel Jeffcoat eşkere kir, DAIŞ bi temamî lawaz bûye û tu xakekê di destê wê de nemaye û di dema borî de hatiye têkbirin, ew liv û tevgera ku niha encam dide, tenê armanca wê têkdana seqamgîriya Iraqê ye.

Jeffcoat got: “DAIŞ hewl dide hemû wan amrazên ku li ber destê wê ne, ji bo têkdana seqamgîriya Iraqê bi kar bîne, lê belê em ji bo dayîna şêwrê ji bo hêzên artêşa Iraqê û Pêşmerge li vir in, da ku DAIŞ were têkbirin.”

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê destnîşan kir: “Em ne di wê baweriyê de ne ku şiyana DAIŞê ya xwerêxistinkirinê hebe û DAIŞ dê careke din serî hilnede. Niha jî em di çavêdêrîkirina çalakiyên wan de berdewam in û em hevbeşiya ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge didomînin ku îsal çendîn derbe li çekdarên DAIŞê dane.”

Herwiha di derbarê şiyana hêzên Pêşmerge de Rachel Jeffcoat da zanîn, hêzên Pêşmerge xwedî şiyan û xwedî ezmûneke mezin e, rola wan a berçav di şerê dijî terorê de hebû, loma niha jî şiyana wan a têkbirina êrîşên DAIŞê heye.

Di berdewamiyê de li ser pêwendiyên wan ên ligel hêzên Pêşmerge Jeffcoat got, hêzên Pêşmerge bihêz in û cihê baweriyê ne û pêwendiyên wan li ser vê bingehê bûye.

Di derbarê hevkarîkirina hêzên Pêşmerge de Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tekezî li ser berdewamiya hevkariyên xwe ji bo hêzên Pêşmerge di sala bê de kir û ragihand, ji bilî şêwir û rahênana hêzên Pêşmerge, dabînkirina kelûpelên serbazî û avakirina jêrxana serbazî pêşkêş dikin.

Berdevka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Rachel Jeffcoat bal kişand ser proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û ragihand, ew di hevahengiyê de berdewam in, da ku şiyan û hêzên Pêşmerge bihêztir bikin bi rêya rahênan û karkirina bi awayekî profesyonel û got: “Em dixwazin di sala 2023yan de hêzên Pêşmerge bihêztir bibin.”

Rachel Jeffcoat li ser hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Rachel Jeffcoat bal kişand ser berdewamiya hevahengiyê û pêşkêşkirina hevkariyê.

Di berdewamiyê de Jeffcoat behsa pakêta alîkariyên xwe yên ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û encamdana operasyonan ji bo têkbirina DAIŞê kir.

Rachel Jeffcoat di derbarê operasyonên Tirkiyê yên dijî Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî hemû wan operasyonan red dike ku dibin sedema têkdana amadekariyên ji bo têkbirina terorê li wê navçeyê.