Hevpeymaniya navdewletî 50 depo cebilxane radestî artêsa Iraqê kir

17 August 2020 12:00 0 dîtin
Hevpeymaniya navdewletî 50 depo cebilxane radestî artêsa Iraqê kir

PeyamaKurd – Derdora 50 depo cebilxane, hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, radestî artêşa Iraqê kir.

Li gor zanyariyan, do bi merasîmeke fermî hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê, derdora 50 depoyên tijî cebilxane û pêdiviyên serbazî, ku li serbazgeha Tacî ya Bexdayê bûn, da artêşa Iraqê.

Herwiha li gorî agahiyan, bihayê wan cebilxane û pêdiviyên serbazî bi qasî 11 milyon dolar bûn ku ji guleyên demançe, topên hawanê, rokêtên helîkopteran, narincok û gelek pêdiviyên serbazî pêk dihatin.