Hevpeymaniya Navdewletî 50 wesayîtên leskerî radestî Wezareta Pêsmerge kir
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, hejmareke din a wesayîtên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir.
Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê Todd Burroughs li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand, hevpeymaniyê 50 otomobîlên din ên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kirine da ku şiyana hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de bihêztir bibe.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî gelek caran hêzên hevpeymaniyê alîkariyên leşkerî ji bo şerê dijî DAIŞê dabûn Pêşmerge ku piştevaniya hêzên Pêşmerge ya navdewletî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin