Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leskerî radestî hêzên Pêsmerge kir

02 March 2022 19:05 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leskerî radestî hêzên Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, beşek alîkariyên leşkerî radestî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro 2yê Adarê Hevpeymaniya Navdewletî bi merasîmekê alîkariyên leşkerî pêşkeşî Pêşmerge kirin.

Rayedarê Wezareta Pêşmerge dema wergirtina alîkariyan spasiya hêzên hevpeyman û Amerîkayê kir û ragihand, alîkariyên hevpeymanan cihê kêfxweşiyê ye ku ew ê têkoşîna wan a dijî terorî xurtir bike.

 Hat diyarkirin ku alîkariyên hatine radestkirin ji otomobîlên zirxî, tankêrên sotemeniyê û avê û ji cebilxaneyan pêk tên.

Wezareta Pêşmerge daye xuyakirina ku Hêzên Hevpeymaniyê di çarçoveya çaksaziyên hêzên Pêşmerge de perwerdehî dane yekîneyên Pêşmerge.