Ji Hevpeymaniya Navdewletî 80 TIR sewqîyata leskerî bo baregehên Rojavayê Kurdistanê

08 February 2024 20:00 0 dîtin
Ji Hevpeymaniya Navdewletî 80 TIR sewqîyata leskerî bo baregehên Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke nû ya leşkerî gihand Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwaneke leşkerî ya ji 80 TIRan pêk dihat gihîştiye herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistkanê.

SOHRê diyar kiriye ku sewqîyata leşkerî bo teqwiyeya baregehên Hevpeymaniyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Di nav karwana 80 barhilgiran de, alavên leşkerî yên lojîstîkî û zirpoş hebûne ku bo baregehên Heseke û Dêrazorê hatine şandin.