HSD û Hevpeymaniya Navdewletî tetbîqateke leskerî pêk anîn
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera Kêlgeha Umer a petrolê li parêzgeha Dêrazorê tetbîqateke leşkerî pêk anîn.
Hat ragihandin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 16ê Adarê li derdora kêlgeha petrolê ya Umer li rojhilatê Dêrazorê tetbîqata leşkerî kirine.
Çavkaniyên HSDê ew tetbîqata leşkerî ya ligel hêzên hevpeymaniyê piştrast kirine ku 16ê Adarê bi beşdariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî birêve çûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye , beriya niha kêlgeha Umer a petrolê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Îranê ve hatibû armancgirtin û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bersiva êrîşa wan dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin