Ji Hevpeymaniya Navdewletî sewqîyateke nû ya leskerî bo Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, sewqîyateke nû ya leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê pêk anî.
Li gorî medya fermî ya rejîma Esed, Hevpeymaniya Navdewletî îro Şemiyê 28ê Çile, karwaneke barhilgirên alav û wesayîtên leşkerî tê de barkirî bûn, ji ser deriyê El Welîd derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Hat ragihandin ku karwana hevpeymaniyê derbasî Hesekê bûye û sewqiyata leşkerî gihandiye herêmên jêr kontrola HSDê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di nav sê rojên dawî de hevpeymaniyê 60 TIR alîkariyên leşkerî gihandine Rojavayê Kurdistanê û derbasî herêmên kontrola HSDê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin