Hevpeymaniya Navdewletî 7emîn alîkariya leskerî radestî Pêsmerge kir: 'Dijminê me hevbes e!'
PeyamaKurd – Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê 7emîn alîkariyên leşkerî û lojîstîkî radestî hêzên Pêşmerge kir.
Fermandar û berpirsê şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs, îro Çarşemê di dema pêşkêşkirina hevkariyên bo hêza Pêşmerge de got, “Me û Pêşmergeyan, dijminekî me yê hevbeş heye û erkê me yê hevbeş jî jinavbirina DAIŞê ye.”
Kolonel Todd Burroughs destnîşan kir: “Ti gumana min ji wê tune ye ku ji bo cibicîkirina vî erkî, emê di pêşerojeke nêzîk de bi hev re bi ser bikevin. Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkarkirina bi hêza Pêşmerge re û jinavbirina DAIŞê pabend e. Hêvîdar in ev alîkariyên hevpeymanan ji bo Pêşmerge berdewam bin û Pêşmerge jî sûdê jê bibîne.”
Di merasîmê de 150 otomobîlên leşkerî û piştevaniyê hatin radest kirin. Fermandarê Mîreya giştî Emîd Emîr Kerîm da xuyakirin, ew alîkarî piştî ji aliyê hêzên hevpeymanan ve radestî Pêşmerge hatin kirin wê bi fermana wezareta Pêşmerge li ser lîwayên Pêşmerge bêne dabeş kirin.
Cîgirê serfermandarê Pêşmergeyê Kurdistanê Emîdê rukin Hoşmend Heyder jî diyar kir, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê cara 7emîn e ji hêzên hevpeyman ji wan alîkariyên werdigirin û got, “Emê sûd jê wergirin û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek hêza şerker sûd ji wan teknîk û teknolojiyê wê wergire û wek hêzên hevpeyman ji aliyê xwe ve jî soza wê yekê dane ku wan alîkariyan berdewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin