Hevpeymaniya Navdewletî 2 tabûrên hevbes ên Pêsmerge û artêsa Iraqê bi çek bike
PeyamaKurd - Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet ragihand, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in û dê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve were serperiştîkirin.
Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re daye xuyakirin, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in, ji bo bikarin wê valahiya ewlehiyê ya ku DAIŞ tê de çalak dibe, were dagirtin.
Telhet got: Di destpêkê de, ew her du lîwa dê werin rahênankirin û piştre dê li cihên diyarkirî werin bicihkirin, bi taybet jî li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û Tekrîtê.”
Lîwa Ebdulxaliq Telhet tekez kir, “Pêkanîna wan her du lîwayan gelekî girîng e, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê re. Niha ji aliyê Operayonên Hevbeş ên Iraqê û Wezareta Pêşmerge ve kar li pêkanîna wê tê kirin û hêvî dikim di demeke nêzîk de were pêkanîn.”
Fermandarê Pêşmerge diyar kir, ew her du lîwa bi awayekî rasterast ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve tê serperiştîkirin û biryar e jî ew wan bi çek jî bike û got, “Hêzên Iraqê gihîştine wê baweriyê ku bi tena xwe nikarin navçeyê ji DAIŞê biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin