Ji Pêsmerge û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevbes: 8 DAISî hatin kustin

02 June 2021 10:30 0 dîtin
Ji Pêsmerge û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevbes: 8 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd Li nêzîkî Xurmatûyê, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî DAIŞê kir û hejmarek terorîstên rêxistinê kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî, bi operasyoneke hevbeş êrîşî şikeft û cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Dawe yê ser bi Xurmatûyê ve kirin û encama operasyonê de, 8 çekdar kuştin û 2 otomobîl û 2 motorsîklet şewitandin.

Zanyarî didin zanîn, di operasyonê de balafir û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn.

Di dema borî de, tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û çend caran jî êrîşî sengerên Pêşmerge kiribûn.