Hevpeymaniya Navdewletî 2 tabûrên Pêsmerge bi çek dike

19 January 2021 18:51 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî 2 tabûrên Pêsmerge bi çek dike

PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimaniya Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed, ragihand ku hêzên hevpeymaniya navdewletî alîkariya Pêşmerge berdewam dike û wê du tabûrên din ên Pêşmerge tevî hemû pêwîstiyên wan bi çek bike.

Li gorî nûçeya BasNewsê Babekîr Feqe Ehmed da xuyakirin, “Di çarçoveya alîkariyên hêzên hevpeyman de bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, derveyî pêdayîna çek û teqemenî û otomobîlên leşkerî û gelek cureyên teknolojîya leşkerî yên pêşkeftî ve, perwerde û rahênan û şêwirmendiya leşkerî bo hêzên Pêşmerge kirin û her berdewam jî dikin.”

Ehmed  got, “Wezareta Pêşmerge kar li ser damezrandina du lîwayên din ên Pêşmerge dike, ku di çarçoveya çaksaziyên wezaretê de ye, biryare bi navê lîwayên 13 û 15 bên rêkxistin. Hêzên hevpeyman jî soz dane temamê pêdivîyên leşkerî yên wan herdu lîwayan ew dê dabîn bikin.”

Berpirsê Wezareta Pêşmerge bal kişand ser ku hêzên hevpeyman berdewamin di şêwirmendiya leşkerî û gihandina awayê dawiyê yê perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge de û ev jî bandoreke baş dike li ser sazîbûna hêzên Pêşmerge û avakirina pêkhateyeke yekgirtî ya niştimanî de.