Hevpeymaniya Navdewletî dest bi rahênana Pêsmerge dike

12 April 2020 19:30 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî dest bi rahênana Pêsmerge dike

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Kolenel Myles B. Caggins ragihand ku piştî meha Remezanê bi serperiştiya NATOyê rahênana Hêzên Pêşmerge dest pê dike.

Myles Caggins di bernameyeke Radyoya Rûdawê de da xuyakirin, wan biryara vekişandina ji çend binkeyên serbazî yên li Iraqê daye, çimkî hêzên Iraqî serkeftineke mezin bidest xistine û niha dikarin navçeyên xwe kontrol bikin.

Caggins da zanîn ku metirsiya DAIŞê hêj heye û bi taybetî li sînorê Diyala li nêzîkî beşê yek û didu yên Hêzên Pêşmerge û li Kerkûkê û nêzîkî Çiyayê Qereçoxê, DAIŞ dikare êrîşan pêk bîne.

Caggins li ser şehîdbûna du Pêşmergeyên li sînorê Germiyan got: “Hevpeymaniya Navdewletî serxweşî li kesûkarên herdu pêşmergeyan dike li ser navê azadiya xelkê Iraq û Kurdistanê canê xwe ji dest dan.”

Berdevkê Hevpeymaniyê da zanîn ku ev şeş meh in, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iarqê gotûbêjan derbarê danîna sîstema berevaniyê de dikin ku ew jî bi mebesta rûbirûbûna metirsiya DAIŞê ye.

Li ser destpêkirina rahênana Hêzên Pêşmerge jî Caggins got, niha rahênan hatine rawestandin, lê di bernameya me de heye ku piştî meha Remezana îsal bi serpereştiya NATOyê rahênan ji bo Hêzên Pêşmerge dest pê bike.

Caggins eşkere kir ku par ji bo 50 hezar pêşmerge rahênan kirine û niha jî li ser mijara rahênanê, aliyên NATO û Pêşmerge di nav gotûbêjan de ne.

Caggins  red kir ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper serdana Iraqê kiriye û got: “Ew raportên behsa serdana ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê dikin dûrî rastiyê ne.”