Hevpeymaniya Navdewletî rahênana Hêzên Pêsmerge rawestand

26 March 2020 16:42 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî rahênana Hêzên Pêsmerge rawestand

PeyamaKurd - Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi awayekî demkî rahênanên Hêza Pêşmerge rawestand.

Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihandiye, bi sedema metirsiya belavbûna Covid-19 rahênana pêşmergeyan hatiye ragirtin, lê rawestandina rahênana hêzên Pêşmerge demkî ye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê îro 26ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber metirsiya belavbûna Covid-19 şêwaza çalakiyên xwe guhertine û bi awayekî demkî û bi hevahengiya li gel hikûmeta Iraqê proseya meşqkirina bi hêzên Iraqî ragirtine. 

Di beşeke din a daxuiyaniyê de hatiye gotin, Hevpeymaniya Navdewletî ragihandiye ku Fransa haydarî vê biryarê bûye, ji ber wê heta demeke nediyar hêzên xwe ji Iraqê vekişandine.