Hevpeymaniya Navdewletî ji bo yekxistina hêzên Pêsmerge hisyarî da

19 December 2022 22:02 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî ji bo yekxistina hêzên Pêsmerge hisyarî da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêşmerge re civîneke li dar xist û piştevaniya xwe ji bo pêngavên çaksaziyê yên yekgirtin û ji nû ve avakirina hêzên Pêşmerge dubare kir.

Li gorî ragihandina Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Mîrlîwa Bextiyar Mihemed Sidîq, Hevpeymaniyê hişyarî daye ku eger pêvajoya çaksaziyê ya di nava Wezareta Pêşmerge de bi awayekî îstîkrar berdewam neke ango hêzên Pêşmerge yên PDK û YNKê nebin yek dê alîkarîyên bo Wezareta Pêşmerge bên birîn.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya derbarê civînê de, hat gotin Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Mîrlîwa Bextiyar Mihemed Sidîq, Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Îsa Uzêr li Hewlêrê bi şanda Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di bin serokatiya General Peters re de civiyan û proseya çaksaziyê ya di nava Wezaretê de û avakirina beşên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku Hevpeymaniyê piştgiriya xwe ya ji bo gavên ji aliyê Wezaretê ve ji bo reforman û yekkirna hemû hêzan hatiye avêtin dubare kir.

Herwiha li ser civînê Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bahtiyar Mihemed Sidîq, ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin: "Hêzên Hevpeymaniyê ji me re gotin divê hûn bibin yek, bibin yek, bibin yek, YNK û PDKê bikin yek, divê hûn zanibin ku yekîtî dê we biparêze û herêmeke aram ji we re peyda bike.”

 Bextiyar Mihemed Sidîq got: “Ji me re gotin, eger yekgirtî, yekrêzî û reform di Wezareta Pêşmerge de berdewam nebe, dê alîkariyên me berdewam nekin.”