Hevpeymaniya Navdewletî: Em li gel hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê bihêztir dibin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Rêxistina Terorîst a DAIŞê bi peyamekê diyar kir, em li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bihêztir dibin.
Hevpeymaniya Navdewletî li ser twitterê da zanîn: “Em ê berdewambin ji bo li gel hevbeşên xwe yên Pêşmerge kar bikin û şiyanên wan bihêz bikin, ku bibin hêzekî xwedî şiyan û bi bandor.”
Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, erkê wan pêşkeş kirina şêwirmendî û hewkarî bi hêzên Pêşmerge ye û ew yek jî berdewam dike û ev yek jî dê bibe sedem ku em li gel yek bihêztir bibin ji bo têkşikandina DAIŞê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin