Hevpeymaniya Navdewletî: 1 milyar dolar ji bo Pêsmerge hatiye xerckirin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihandiye ku di nav 8 salên borî de ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê bi qasî 1 milyar dolar ji budçeyê hatiye xerckirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye eşkerekirin, di çarçoveya rêkeftinameya leşkerî ya hatiye îmzekirin de, ji bo salên 2016-2026an zêdetirî 1 milyar dolar ji bo perwerde û biçekirina Pêşmerge hatiye terxankirin.
Hevpeymaniyê diyar kir ku heta niha di nav 8 salan de jî bi qasî 1 milyar dolar ji bo Pêşmerge hatiye xerckirin ku wê hevkariya proseya yekxistina hêzên Pêşmerge jî berdewam bike.
Hate bibîrxistin ku hevpeymanî piştevaniya yekxistin û girêdana hemû hêzên Pêşmerge bi Wezareta Pêşmerge re dike.
Hêjayî gotinê ye, 12ê Tîrmeha 2016an Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ji bo 10 salan rêkeftinameya çekdarkirina Herêma Kurdistanê û perwerdeya leşkerî îmze kiribû ku di sala 2026an de bidawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin