Hevpeymaniya Navdewletî 10 tabûrên din ên Pêsmerge pirçek dike

24 January 2021 19:01 0 dîtin
Hevpeymaniya Navdewletî 10 tabûrên din ên Pêsmerge pirçek dike

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtiya wê dike, 10 lîwayên (tabûr) din ên Pêşmergeyên Kurdistanê pirçek dike.

Sererkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Emînkî ji  K24ê re ragihandiye, "Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam e. Îsal 10 lîwayên din ên Pêşmerge ji alî Hevpeymanan ve têne pirçekirin."

Ferîq Cemal Emînkî herwiha destnîşan kir ku meşq û rahênanên Hevpeymanan bi Hêzên Pêşmerge re di sala 2021ê de jî berdewam dike.