Ji Hevpeymaniya Navdewletî banga bidawîkirina ser û pevçûnên Dêrazorê: 'Em pistevaniya HSDê dikin'

03 September 2023 12:54 0 dîtin
Ji Hevpeymaniya Navdewletî banga bidawîkirina ser û pevçûnên Dêrazorê: 'Em pistevaniya HSDê dikin'

PeyamaKurd -  Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê, rewşa aloz a Dêrazorê de ku ev çend roj in di nvbera HSD û çekdarên eşîrên Ereb de şer û pevçûn rû didin, daxuyaniyek belav kir û banga rawestandina bilez a şer û pevçûnan kir.

Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dubare kir û da zanîn, bêîstiqrariya herêmê ji ber aloziyên vê dawiyê ye.

Hevpeymaniyê diyar kir: “Pir girîng e ku hemû serkirdeyên xwecihî li hemberî aliyên xêrnexwaz ên ku soza tiştên mezin didin lê tenê bextreşiyê ji gelê herêmê re tînin rawestin.”

Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir ku ev rewş xizmeta vejandina DAIŞê ya li herêmê dike û wiha got: “Em piştgiriya xwe ya ji bo HSDê didomînin, em hemû aliyan teşwîq dikin ku şer rawestînin daku bigihêjin çareseriyekê. Ew jî rê dide me ku em bala xwe bidin ser armanca xwe ya hevpar ku jinavbirina DAIŞê ye.”

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.