Iraq: Ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî lijneyek tê avakirin

25 January 2024 20:45 0 dîtin
Iraq: Ji bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî lijneyek tê avakirin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê li ser hevdîtinên navbera Hikûmeta Iraqê û Amerîkayê daxuyaniyek belav kir ku beriya wê daxuyaniyê berpirsên Amerikî eşkere kiribûn, hevdîtinên Washington û Bexdayê li ser hebûna hêzên Amerîkî dest pê kirine.

 Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de, li ser êrîşên ser baregeh û balyozxaneya Amerîkî li Iraqê ragihand, Hikûmeta Iraqê li ser parastina şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî pabend e.

Hatiye bibîrxistin ku danûstandinên ligel Amerîkayê ji Tebaxa 2023yan ve hatine destpêkirin û hate diyarkirin, wê danûstandinên li ser danîna nexşeyekê ji bo diyarkirina dema mayîna şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û kêmkirina pilebendiya şêwirmendan û erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li ser axa Iraqê berdewam bike.

Wezareta Derve ya Iraqê da zanîn, ew her du welat dê lijneyeke bilind a ewlehiyê ji bo bidawîanîna erkê Hevpeymanan li Iraqê pêk bînin ku danûstandinên Hikûmeta Iraqê û Amerîkayê ji bo pêkanîna lijneyeke bilind a ewlehiyê ji bo helsengandina metirsiya DAIŞê û diyarkirina xişteyeke demkî ya ron ji bo dema mayîna Hevpeymaniya Navdelwtî li Iraqê serkeftî bû.

Wezareta Derve ya Iraqê bal kişandiye ser ku kêmkirina hejmara şêwirmendên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dê bê destpêkirin û kar dê ji bo bidawîanîna erkên wan ên serbazî li Iraqê bê kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê eşkere kir, di dema şêwir û danûstandinan de, Hikûmeta Iraqê li ser parastina şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî û rêgirtina li belavbûn û mezinbûna aloziyan pabend e.

Pişti hevdîtina Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski hatibû ragihandin ku wan nameyeke girîng a Hikûmeta Amerîkayê ji bo Hikûmeta Iraqê wergirtiye.