Yahya Resûl: Li ser erkê nû yê hevpeymaniya navdewletî em gihistin rêkeftinekê
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku komîteyên hevbeş ên ku dê erkê nû yê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê diyar bikin, gihiştine qonaxeke nû ya danûstandinan.
Berdevk Resûl di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa fermî ya Iraqê de diyar kir ku wan bi DYAyê re peymaneke ewlekarî û leşkerî çêkiriye û di çarçoveya vê peymanê de dê bi Washingtonê re jî li hev bikin.
Yahya Resûl bi îdiaya ku wan bi giranî di rêgirtina li êrîşên li dijî hêzên Amerîkî û şêwirmendên biyanî yên li Iraqê de bi ser ketine, got: "Daxuyaniya Hikûmeta Iraqê ya piştî êrîşa li dijî Heşda Şeibî li Curf El-Sahr eşkere dike ku çi hatiye kirin û çi bûye."
Roja 30ê Tîrmehê, balafirên şer ên Amerîkayê baregehên komên milîs ên Iraqê li devera Curf el-Sahr a parêzgeha Babilê bombebaran kirin.
Yahya Resûl piştî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev binpêkirinên metirsîdar dê hewl, mekanîzma û xebatên hevbeş ên ewlehiyê yên ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê gelek têk bibe.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Vedant Patel jî ji K24ê re ragihand ku armanca êrişê ew e ku gefên curbicur ên çaverêkirî li ser hêzên Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî ji holê rabike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin