Dizeyî: Erkê Hevpeymaniya Navdewletî ye jêdera êrîsan ji holê rake!

08 July 2021 15:00 0 dîtin
Dizeyî: Erkê Hevpeymaniya Navdewletî ye jêdera êrîsan ji holê rake!

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir. rûbirûyî wan komên çekdar ên Iraqê yên deryasayî bibe ku bûne gefek li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê êrîşên vê dawiyê yên li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de got: “Çekdarên deryasayî di vê dawiyê de çend caran êrîşî ser Firokxaneya Hewlêrê kirin. Niha ku ber bi hilbijartinên Iraqê diçin, divê rewş aram be, lê belê hin daxuyanî ji hin kesên ne berpirs tên dayîn, ew cihê nîgeraniya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ye û dibe cihê nîgeraniya hevpeymanan jî, ji ber ku ew armanca sereke ya wan êrîşan in.”

Sefîn Dizeyî destnîşan kir: “Di warê teknolojî û leşkerî de, hêza Hevpeymanan heye ku rûbirûyî wan cure êrîşan bibin, ji ber wê divê ew jêderên wan êrîşan ji holê rakin.”

Dizeyî da xuyakirin: “Erkê sereke dikeve ser Hikûmeta Iraqê, ji ber ku ew xwediyê serweriya Iraqê ye û divê gavên cidî di vê derbarê de bavêje, ji ber ku ev êrîş dubare dibin. Komîteyên hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin avakirin, lê ne aktîv in, divê hevahengiya zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin kirin ji bo rêgirî li van êrîşan bêne kirin.”