'Iraq dest bi sêwrên bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navdewletî dike'
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê, piştî êrîşa hêzên Amerîkî ya li Bexdayê bi ser baregeha Tevgera Nuceyba ya girêdayî Heşda Şeibî de, ji bo bidawîkirina misyona Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê kete tevgerê.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî de, êrîşa ser baregeha Heşda Şeibî şermezar kiribû û gotibû, ew hêzeke fermî ya girêdayî Iraqê ye û divê êdî dawî li misyona Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraqê were.
Li gorî nûçeya Şerqul Ewsedê piştî wê êrîşa ku fermandarekî pilebilind ê Nucebayê Ebu Teqwa Seîdî yê berpirsê fuzeyan hate kuştin, hikûmeta Iraqê şêwra bo bidawîkirina erka hêzên Amerîkî ango Hevpeymaniya Navdewletî daye destpêkirin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Elawî daye xuyakirin, êdî piştî wê êrîşê xebatên bo bidawîkirina erka Hevpeymaniyê û Amerîkayê bûne neçariyek.
Hêjayî gotinê ye, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû ragihandin ku êrîşa ser baregeha komên Heşda Şeibî bersiva wan êrîşên ser baregehên Amerîkayê bûye ku bi piştevaniya komên girêdayî Îranê têne kirin û fermandarê hatiye kuştin jî bixwe fermana wan êrîşan dida.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin