Serok Barzanî bi Sererkanê Iraqê û Serokê Desteya Hesda Seibî re civiya

04 October 2020 18:48 0 dîtin
Serok Barzanî bi Sererkanê Iraqê û Serokê Desteya Hesda Seibî re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Desteya Heşdî Şe'bî Faleh Feyaz û Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Abdulemîr Yarulla kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û gefên niha û êrîşên emnî yên li ber aramiya Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Herwiha di li ser mijarên hemahengiya emnî û karê hevbeş yê Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya ji bo rûbirûbûna gefan de danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya li ber girtina hengavên ciddî yên asayîkirina rewşa navçeyên maddeya 140 ya destûra Iraqê kirin.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo proseya siyasî ya Iraqê dûpat kir û ragihand ku aramiya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê girîng e.