Serokê Barzanî li mala Xemis Xencer bi aliyê suniyên Iraqê re civiya

04 July 2024 17:03 0 dîtin
Serokê Barzanî li mala Xemis Xencer bi aliyê suniyên Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tîrmehê li Bexdayê li mala Şêx Xemîs Xencer bi serkirde û aliyên siyasî yên Sune re civiya.

Baregeha Barzanî ragihand, di wê hevdîtinê de serkirde û aliyên Sune serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê bilind nirxand û ev serdan wekî serdaneke dîrokî û girîng binav kir, ku encam û bandoreke erênî li ser tevahiya proseya siyasî dike. Herwesa behsa daxwaz û arêşeyên pêkhateya Sune û danûstandin li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê kirin.

Di civînê de, aliyên siyasî yên Sune daxwaz ji Serok Barzanî kir ku alîkariya proseya siyasî ya Iraqê bike, da ku hemû pêkhate bigehin çareseriyekê ji bo pirsgirêk û daxwazên xwe.

Herwiha diyar kirin ku hebûna Serok Barzanî li Bexdayê, pişt û penagehek e ji pêkhateyên Sune û pêkhateyên din ên Iraqê re û hêzê dide proseya siyasî.

Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi aliyên Sune re nîşan da û hêvî xwest ku ew civîn ji bo zêdetir têgihiştin û hevahengiyê di navbera aliyan de bibe destpêkek.

Di beşeke din a wê rûniştinê de, Serok Barzanî, sedemên serdana xwe ya ji bo Bexdayê û civîna xwe ya bi aliyên siyasî yên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de eşkere kir û got, rewşeke erênî di proseya siyasî ya Iraqê de hatiye pêş ku li ser bingeha destûrî û li dû lihevkirinan bi ser asteng û netebayî û arêşeyan de zal bibin.

Ji bo mijara hebûna Hevpeymanan, Serok Barzanî tekez kir ku wê mijarê rehendên niştîmanî hene û pêdivî ye biryarên yekdestî û niştîmanî di wî warî de hebin, ku xizmeta berjewendî û seqamgiriya Iraqê û deverê bikin.

Li ser pirsa diyarkirina Serokê Civata Nûnerên Iraqê jî, Serok Barzanî da zanîn ku berjewendiyên giştî û paşeroj û çarenivîs di ser destkeftî û berjewendiyên kitekes û partiyan de ne, herwiha daxwaz kir ku aliyên Sune alîkarên hev bin û ew pirs bi zûtirîn dem bê çarekirin.