Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîsa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê êrîşa li ser mala Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî şermezar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsî û da zanîn: “Ev êrîş pêşhateke metirsîdar e û têkdana ewlehî û aramiya Iraqê armanc digire.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de hêviya başbûna zû ji birîndarên wê êrîşê re xwest.
Şeva borî bi 3 moşekan êrîş li mala Serokê Parlamantoya Iraqê (Encûmena Nûneran) Mihemed Helbûsî ya li devera Kereme ya Enbarê kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin