Encama operasyona HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya DAISê hat eskere kirin...

02 February 2023 21:40 0 dîtin
Encama operasyona HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya DAISê hat eskere kirin...

PeyamaKurd – Encama operasyona dijî DAIŞê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi navê ‘Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê’ ku 25ê Çile hatibû destpêkirin û 1ê Sibatê bidawî bû, hat eşkere kirin.

Di daxuyaniya Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de ku bi civîneke rojnamevanî hat ragihandin, hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de 127 çekdar hatine desteserkirin.

Hat ragihandin, “Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî di navbera 2ʹê Çileyê û 1ê Sibatê de operasyoneke berfireh a ewlehiyê ragihand. Di operasyonê de li Reqa û gundewarên wê, Tebqa û gundewarên wê, Sirîn û gundewarên wê bi dehan nuqte û baregehên muhtemel hatin hedefkirin û herêmên berfireh hatin paqijkirin. Operasyon li gorî plana ku hatibû danîn û li gorî dema ku hatibû diyarkirin bi rê ve çû û encamên bibandor li dijî tevger û planên rêxistina terorîst a DAIŞê bi dest xistin.”

Li gorî daxuyaniyê di operasyonên serdegirtin û lêgerînê de 127 endamên şaneyên terorîst û yên gumanbar, herwiha “waliyê Reqayê” Etallah El Mîsan hatiye girtin, şaneyeke terorîst hatiye bêbandorkirin.

Di operasyonan de miqdareke çek û cebilxane, pirtûk û belgeyên taybet ên rêxistina DAIŞê yên ji bo belavkirina fikrên terorî yên tundraw hatine desteserkirin û hin tunelên kevn ên DAIŞê jî hatine dîtin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin, “Hêzên hevbeş di operaysona paqijkirinê de, endamên şaneyên terorî, di serî de endamên xeternak kontrol kirin. Herwiha kanalên pêwendiyê yên di navbera wan de rûxandin, baregehên çalakiyên wan ên muhtemel rakirin û torên tevlîkirina endaman têk birin.”