Ji HSD, CTG û Hevpeymaniya Navdewletî operasyona hevpar: 2 DAISî hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke hevpar a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: "Di çarçoveya operasyonên me yên li dijî şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst de YATê ya girêdayî hêzên me HSDê û bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navnetweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞê ya terorîst pêk anî.”
Hat diyarkirin ku operasyon 14ê Hezîranê li gundê Sebxe yê Şedadê ya başûrê Hesekê, piştî çavdêriya asmanî ya tevgerên şaneya terorîst pêk hatiye û du çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin ku wan herdu kesan çek û cebilxane ji bo pêkanîna êrîşên terorê li dijî hêzên wan û sivîlan dabîn dikirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em operasyonên xwe yên li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst nasekinînin, heta ku ew tune dibin, da ku ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin