SOHR: HSD û Koalîsyona Navdewletî operasyona hevpar kirin ser ISIDê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR); Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û koalîsyona navdewletî ya li hemberê IŞİDê bi hev re, serê siba li El-Basîra bakûr li gundê Damanê ji hewa de yekîneyên xwe daxistine jêr û di operasyonê de kesekî endamê IŞİDê girtine.
SOHRê got ku gund di bin kontroleka tund de ye û IŞİDiyê ku girtine wî birine navendekî bi ewle ya di bin kontrola HSDê de.
SOHR di derbarê navê kesê endamê IŞİDê û rola wî ya di rêxistinê de agahî neda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin