Operasyona hevpar a HSD û Koalîsyona Navneteweyî
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, wan bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re li Reqayê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên DAIŞê kirine.
Di daxuyaniya HSDê ya têkildarî operasyona hevpar de hat destnîşankirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava û HSDê ji bo şikandina êrîşên çekdarên DAIŞê têkoşîna xwe didomînin û bi vê armancê li herêmê gelek çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di bin navê "Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê" de operasyoneke hevpar a nû hatiye destpêkirin.
Operasyon ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ve tê piştevanîkirin ji bo armanckirina şaneyên DAIŞê û wêrankirina veşartgehên wan.
Operasyona ku hatiye destpêkirin herêmên Reqa, Tebqa, El-Kerame û Sirrîn û gundewarên wê li xwe digire.
Ji aliyê din ve di çarçoveya operasyonê de heta niha 60 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin