Daxuyaniya giring a Hevpeymaniya Navdewletî li ser DAISê

18 August 2023 09:28 0 dîtin
Daxuyaniya giring a Hevpeymaniya Navdewletî li ser DAISê

PeyamaKurd – General Matthew McFarlane Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li Iraq û Sûriyê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku êrîşên wê rêxistinê li Iraq û Sûriyê îsal li gorî sala borî ji sedî 65 kêm bûne.

General Matthew McFarlane diyr kir, DAIŞê êrîşa xwe ya dawî di sala 2022an de li ser zindana Xiwêran li Hesekê pêk anî û ji wê demê ve rêxistinê ti êrîşeke mezin nekiriye.

McFarlane da zanîn, ew di şerê li dijî DAIŞ'ê de piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) didomînin û hêzên wan ên li Sûriyeyê tenê li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ne.

General McFarlane derbarê kampa Holê de jî agahî parve kir ku li kampê hejmara êrîşên li kampê kêm bûne û di şandina welatiyên biyanî de pêşketin çêbûye û hejmara kesên niha li kampa Holê dijîn ji 53 hezarî daketiye 48 hezarî.