Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya Tirkiyê: Bang li Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, derbarê êrîşa dronî ya ser avahiya birîndarên DAIŞê ya li Qamişlo de, daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Rojava di daxuyaniyê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û civaka navdewletî kir, ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê bikevin tevgerê û wiha got: "Êrîşa dewleta Tirk a li dijî birîndaran peyameke zelal ji bo DAIŞ û hevkarên wê ye. Herwiha îsbateke xurt e ku Tirkiye pişta xwe dide vegera DAIŞ û destekê dide şaneyên wê. Dem hatiye ku di serî de Koalîsyona Navneteweyî, dewletên li dijî DAIŞ û fikrên wê yên tundraw şer dikin ku Tirkiye wekî xwedî û piştevaniyê DAIŞê bibînin, nemaze ku Tirkiye êrîşî hevkarên koalîsyonê dike.”
Di daxuyaniyê de ji bo êrîşa li ser avahiya gaziyên şer a li Qamişloyê hate diyarkirin: "Dewleta Tirk êrîşên xwe yên terorî li dijî gel û herêmên me didomîne. Dewleta Tirk di kiryarekî de ku dûrî nirx û pîvanên exlaqê ye û tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bin pê kiriye, duh bi balafireke bê mirov a bi çek Mala Birîndaran a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Van birîndaran bi xurtî li hemberî rêxistina DAIŞ û fikrên wî yên tundraw tê koşiyen. Tevî hevalên xwe yên şehîd roleke dîrokî di qedandina rêxistina DAIŞ a terorî de lîstin û serkeftin mîsoger pêk anî. Bi vê yekê êdî tevahî mirovahî bû deyndarê wan birîndaran û şehîdan."
Herwiha hatiye destnîşankirin ku Tirkiyê piştî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê êrîşên xwe dijwartir kirine û hate gotin: “Ev êrîşên dijwar destpêka planeke nû li dijî herêmê di nav de Sûriye û Iraqê ye û encamên lihevkirinên Astana 21ê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin