Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya Astanayê: Tenê xizmeta Tirkiyê dike

13 December 2019 21:53 0 dîtin
Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya Astanayê: Tenê xizmeta Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) derbarê civînên formata Astana yên bi garantoriya Rûsya-Tirkiye û Îranê li Nursultan a Kazaxistanê birêve diçin daxuyaniyek weşand.  Rêveberiya Rojava da xuyakirin, ji ber ku tê de nûnertiya vîna gelê Sûriyê nîne, civînên Astanayê berhem nadin.

Rêveberiya Xweser li ser biryara civînên dawî yên Astanayê derbarê redkirina rêveberiyên defakto de jî destnîşan kir, “Rêveberiya Xweser projeyeke sûrî ya bi hedefa pêkanîna nêrînên gel, tevî piştrastkirina li ser yekitiya Sûriyê ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû biryarên Astanaya dawî xizmeta Tirkiyê dikin û hat gotin, “Hewldanên reşkirina vê tekoşînê ku ew parçekirin e, tenê xizmeta Tirkiyê û projeyên wê di paqijkirina etnîkî û ferzkirina projeya îxwan dike.”

Tevahiya Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a li ser civînên Astanayê:

"Di nava girêkkirina aloziya Sûriyê û ne çarseriya wê li gor makanîzmeya xizmetkirina gelê Sûriyê û nêrînên wê de, di 11 -12’ê vê Kanûnê de civîna gera 14’an di navbera qaşo dewletên garantor li Astanayê bi beşdariya Rûsya, Tirkiyê, Îran, hikumeta Sûriyê û şandeya qaşo bi navê opozîsyona Sûriyê de, li dar ket.

Herwiha wek heman encamên berê, ku rojekê ne Astana, ne jî li Cinêv û ne jî li Sotçî neketin xizmeta gelê Sûriyê. Herwiha nîqaşên di vê gerê de jî hatine kirin, dûrî xeteriyên rastîn ên der heqê gefên li ser Sûriyê û gelê wê, di serî de dewleta Tirk a dagirker û terorîstan de, pêk hatin. Lê belê hinan di xîtabên xwe de dijminatiya sûriyan û kedên wan ên afirandina çareseriya neteweyî ya Sûriyê kir. Her wiha jî li dijî berxwedana ku gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker û terorîstan pêk aniye, înkarkirin eşkere bû.

Heke di rastiyê de ked ji bo xizmeta yekitiya Sûriyê di her civîn an jî kongreyekê de bûya, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pratîkî piştevan û piştgiriya xwe ji bo kedên yekitiya Sûriyê û gelê wê sepandiye. Lê bi awayekî din rêveberiya me her tim ji bo pêkanîna nêzbûn û diyaloga di navbera aliyên Sûriyê ji berpirsiyarên neteweyî yên ji kaniya parastina Rêveberiya Xweser û israra wê pêk tên, amade bû.

Bi navê gelê me piştrast dikin ku ev tevahî civîn ne bi dilxwaziya vîna sûriyan bûn û tu berheman nadin ku nêrînên kêm der barê rewşa Sûriyê de hene. Herwiha tevahî xîtabên ku hin ji kêmasî û berpirsiyariyên xwe derheqê Sûriyê û gelê wê de derevin, red dikin. Rêveberiya Xweser projeyeke sûrî bi hedefa pêkanîna nêrînên gel tevî piştrastkirina li ser yekitiya Sûriyê ye.

Bi hebûna dewleta Tirk di van civînan de, di demeke ku komkujiyan li dijî gelê me li hemû herêmên ku li Sûriyê sewer kirine, pêk tîne, tê wateya rewatiya kiryarên xwe û avakirina hewaya siyasî ji bo armancên xwe li Sûriyê. Ji ber vê yekê em daxwazê ji dewleta Rûsya ku sponserê diyaloga Astanayê ye dikin ku bi rola xwe rabe, da ku van maseyan erênî bike, ne ku bike maseya êrişî saziyan û projeyên neteweyî yên Sûriyê. Da ku nûnertiya îradeya melyonan kes bike û bi hezaran kesên ku jiyana xwe ji dest dan, ku yekbûna Sûriyê û gelê wê pêk bê.

Di dawiyê de diyar dikin ku xebat û lehengiya pêkhateyên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo istîqrar û pêşxistina çareseriya demokratîk e, hewldanên reşkirina vê tekoşînê ku ew parçekirin e, tenê xizmeta Tirkiyê û projeyên wê di paqijkirina etnîkî û ferzkirina projeya ixwan dike.

Her wiha erêkirina vegerandina hevpeymana bi navê Edene bi hemû şertên wê yên cih û dem ne li gorî rastiya heyî ye û tevlêbûna hikumeta Sûriyê û Rûsya di vê pêşinyarê de tenê xizmeta Tirkiyê dike. Diviyabû ku sînorek ji kiryarên wê û dagirkeriya wê li Sûriyê hebûya, ne ku beşdarî plana Tirkiyê bibûyan. Bi rêya bendên wê yên ji civîna Astana ya dawî derketin, ew tenê rêya kûrkirina aloziyê ye.”