Li Rojavayê Kurdistanê, bi tenê al û sembolên Rêveberiya Xweser dê bên bikaranîn

28 December 2024 09:41 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê, bi tenê al û sembolên Rêveberiya Xweser dê bên bikaranîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê talîmat daye hemû sazî û aliyên siyasî ku bi tenê wan al û sembolan  bi kar bînin ku Rêveberiya Xweser temsîl dikin. Ev biryar piştî bangewaziyên ji bo Rêveberiya Xweser a Rojava ji PKKyê bi dûr keve û di pergala nû ya Sûriyeyê de eniyeke yekgirtî ya Kurdan ava bike, hat dayîn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê Nesredîn Îbrahîm ji Rûdawê re ji Karwan Feyzî Dirî re axivî, derbarê rênimayiyên Rêveberiya Xweser a Rojava ya derbarê bikaranîna al û nîşanan de nirxandin kirin.  

Nesredîn Îbrahîm got ku Rêveberiya Xweser a Rojava ji hemû sazî û aliyên siyasî re gotiye ku tenê ala Sûriyeya Azad, ala şoreşê û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û sembolên Rêveberiya Xweser bi kar bînin.     

Îbrahîm diyar kir ku di talîmatê de der barê bikaranîna nav û al û sembolên PKKyê de ti îzahat tune ye û got, "Aqilmend e ku Rojava nebe qada vekirî ya nakokiyên herêmî û nakokiyên kurdan."    

Îbrahîm diyar kir ku talîmata têkildarî 16ê kanûnê hatiye dayîn, lê heta niha ji raya giştî re nehatiye ragihandin.

El-Partî yek ji endamên Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ye ku 24 partiyên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve di nav de ne.