Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê banga wergirtina DAISîyên girtî li welatên cîhanê kir

24 January 2022 17:31 0 dîtin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê banga wergirtina DAISîyên girtî li welatên cîhanê kir

PeyamaKurd - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) îro Duşemê 24ê Çile derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bang li hevpeymaniya navdewletî jî kir ku girtiyên DAIŞê yên xwedî nasnameyên biyanî li wan welatan vegerîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Armanca sereke ya êrîşê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye. Careke din îsbat bû ku zîhniyeta dewleta Tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.”

Di dewamê de hat diyarkirin, “Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikumeta Şamê sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.”

Herî dawî jî Rêveberiya Xweser ev bangewazî kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan silav dikin ku li hember DAIŞê li ber xwe didin. Em fedakariyên şehîdan silav dikin û bang li koalîsyonê dikin ku rola xwe pêk bîne û hewl bide tundrawên ji nasnameyên cuda vegerîne welatên wan.”