Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beyannameyek wesand

16 December 2024 15:39 0 dîtin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beyannameyek wesand

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) derbarê ji nû ve avakirina Sûriyê piştî bidawîbûna rêveberiya Beşar Esed daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di pêvajoya avakirinê de ji diyalogê re amade ne û gavên ku dê bên avêtin di 10 xalan de rêz kirin.

Metna ku bi kurdî û erebî hatibû amadekirin ji aliyê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Daxuyaniya diyaloga Sûriyê di avakirina Sûriyê de Bi rûxandina rejîma Be’s a despotîk re, Sûriye derbasî serdemeke nû bû. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bi serkeftî bimeşin divê em bibin yek. Ji bo xêzkirina nexşeya rêya hevpar divê bi hev re xebat bên kirin. Polîtîkayên dûrxistin û înkarê yên ku Sûriyeyê ber bi wêrankirinê ve dikişîne, divê bi dawî bibin. Divê hemû hêzên siyasî di avakirina Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin. Li ser vê bingehê em bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li hemberî hev binirxînin û berjewendiyên hevbeş ên neteweyî li pêş her tiştî bidin.

Em hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya Şamê ji bo berjewendiya hemû gelê Sûriyê guncaw dibînin. Ev hevkarî dê piştgiriyê bide pêkanîna serketî ya pêvajoya dijwar a heyî. Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin ku em li hemberî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê berpirsyar in.

Ji bo ku em erkên xwe yên li hemberî gelê xwe bi cih bînin, ji bo avakirina Sûriyeke nû daxuyaniya xwe ya diyaloga di navbera Sûriyê de pêşkêş dikin. Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rola dewletên erebî û piştgiriya dostên pêkhateyên Sûriyê erênî dibînin. 

Em diyar dikin ku divê ev piştgirî di avakirina Sûriyeya nû de berdewam be, da ku mafên hemû pêkhateyan li ser esasên demokratîk û beşdarbûna her pêkhateyê di diyaloga nav Sûriyê de bên garantîkirin.

Em hêzên Sûrî vedixwînin ku li ser van xalan kar bikin:

*Parastina yekitiya xaka Sûriyê û serweriya Sûriyê û parastina wê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

* Divê çalakiyên leşkerî li seranserê xaka Sûriyê bên rawestandin û ji bo avakirinê diyalogeke niîştimanî ya giştî bê destpêkirin.

*Di nav Suriyeyiyan de helwêsteke toleransê bê nîşandan û ji axaftinên kîn û xiyanetê dûr bê girtin. Hemû pêkhate û reng dewlemendiya Sûriyê ne û divê ev serwet, ev mozaîk bi awayekî adil li ser rêgezên demokratîk bê parastin.

* Divê li Şamê civîneke awarte bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên Sûriyê were lidarxistin da ku nêrînên xwe li ser pêvajoya veguhêz bikin yek.

* Divê jin bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya siyasî bibin.

* Çavkaniyên xwezayî û dewlemendiya Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê ye û divê bi awayekî adil di navbera hemû herêmên Sûriyê de werin parvekirin.

* Ji bo gelên herêmî û kevnar ên bi darê zorê hatine koçberkirin divê garantî bê dayîn. Divê mîrateya wan a çandî bê parastin. Divê polîtîkayên guhertina demografîk bi dawî bibin.

* Bi geşedanên li Sûriyeyê re em tekez dikin ku ji bo careke din DAIŞ dernekeve em ê şerê xwe yê li dijî terorê bidomînin. Ev têkoşîn wê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî pêk were.

* Divê dagirkerî bi dawî bibe, gelê Sûriyê çarenûsa xwe diyar bike. Divê rêbazên têkiliyên cîrantiya baş bên sepandin.

* Em dewletên ereban, Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û hemû hêzên navneteweyî vedixwînin ku ji bo Sûriyeyê roleke avaker û aktîf bilîzin. Em bang li pêkhateyên Sûriyê dikin ku nêrînên xwe hevpar bikin, piştgiriya gelê Sûriyê bikin û di vê pêvajoyê de ji bo vekirina hawirdora şêwrê roleke çalak û avaker bilîzin. Em diyar dikin ku divê ev rol li ser esasê parastina ewlehiya Sûriyê û nehiştina destwerdana di karûbarên navxweyî de be.”