Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji bo zêdekirina bihayê genim bang li Rêveberiya Xweser kir
PeyamaKurd – Piştî ku Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bihayê kirîna genim wek 31 sentê dolarê Amerîkî diyar kir, cotkaran nerazîbûn nîşan da.
Li gorî cotkarên Rojavayê Kurdistanê, mesrefên çandinê biha û mazot biha ye û nirxê Rêveberiyê diyar kiriye lêçûnên wan ê serê kîloyek genim jî xelas nake.
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dixwazin Rêveberî ji biryara xwe vegere û bihayê genim ji nû ve li gorî cotkar mexdûr nebin ji nû ve diyar bike.
Cotkarên Rojava amadekariyê dikin ku ji bo guhertina bihayê genim dengê xwe bilindtir û bikin û bang li rêveberiyê din nirxê zadê herêmê li gorî lêçûnên wan xelas bike ji nû ve binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin