Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûna bihayê genim dewam dikin

02 June 2024 11:31 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûna bihayê genim dewam dikin

PeyamaKurd – Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser, 26ê Gulanê biryar dabû kîloya genim bi 31 sentên amerîkî ji cotkaran bikire ku sala borî nirxê kîloya genim 43 sent bû.

Cotkarên herêmê ji vî bihayê genim nerazî ne û ev hefteyeke çalakiyan li dar dixin û bang li rêveberiyê dikin nirxê genim bilind bike.

Cotkar dibêjin, lêçûna çandina genim, ji nirxê ku hatiye destnîşankirin zêdetir e.

Tevî nerazîbûnan jî Cîgirê Hevserokatoya Desteya Çandiniyê Ehmed Yûnis ragihandiye ku bihayê genim yê destnîşankirî (31 sentên amerîkî) dê wekî xwe bimîne û nayê guhertin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî biryara Rêveberiya Xweser a destnîşankirina nirxê genim şermezar kiriye û gotiye, ev dê ziyanên mezin bigihîne cotkaran û ewlehiya xwarinê li herêmê bixe metirsiyê.