Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê protestoyên zêdekirina bihayê elektrîkê belav dibin
PeyamaKurd - Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de, ji ber zêdebûna nirxê elektrîkê ku welatî nikarin êdî fatoreyên xwe bidin, xwepêşandan têne lidarxistin û daxuyanî têne dayîn.
Nirxê elektrîkî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî dawiya sala 2021ê bi qasî du sê qatan zêdetir bûye û ev welatiyan dixe nav rewşeke xirab ku nikarin fatoreyên xwe bidin.
Yekem xwepêşandanên protestokirina bihayê elektrîkê du roj berê li Bazid a Agirî hatibû lidarxistin û welatiyan daxwaza kêmkirina nirxê elektrîkê kiribû. Piştre li bajarên Tirkiyê yên wekî Stenbol, Bursa û Muglayê jî fatoreyên zêde yên elektrîkê hatin protesto kirin.
Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî piştî Bazidê, li Gever, Batman û Erxanî ya Diyarbekirê jî bi daxuyanî û meşan nerazîbûn bo nirxê zêde yê elektrîkê hatin nîşandan.
Îro Yekşemê jî bi hezaran welatî li navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê ber bi saziya belavkirina elektrîkê ve meşiyan û fatoreyên zêde yên elektrîkê protesto kirin.
Mardin Kızıltepe'de yüksek elektrik faturalarını protesto eden halk, elektrik dağıtım şirketinin önünde toplanıyor pic.twitter.com/ExsMQtwpXH
— Politic Türk (@politicturk) February 6, 2022
Li aliyê din hin bajarên Tirkiyê jî elektrîk nêzî 3 roj in nayê dayîn ku di serî de bajarê Isparta tê û zêdetirî 72 saetan bê elektrîk maye.
Piştre jî li gelek bajarên din ên Tirkiyê protestoyên bihayiya elektrîkê li dar ketin û saziyên pîşeyî û esnafan jî daxuyaniyan didin û ji deshilatdariya Tirkiyê daxwaz dikin, nirxê elektrîkê were kêmkirin.
Herwiha xwediyên kargehan jî dibêjin, êdî ew nikarin ji bin barê wê derketin û neçar dimînin kargehên xwe bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin