Li Bakurê Kurdistanê protestoyên dijî qeyûman didomin: 140 kes hatine binçavkirin
PeyamaKurd – Protestoyên ku piştî danîna qeyûman li ser şaredariyê bajarên Mêrdîn, Batman û navçeya Riha Xelfetî li bajarên Bakurê Kurdistanê 3 roj in berdewam dikin.
Hate ragihandin ku heta niha di protestoyên 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên dijî danîna qeyûman de, 140 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.
Midurtiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê ragihandiye, li 8 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di xwepêşandanên li dijî qeyûman de 140 kes hatine binçavkirin. Hatiye diyarkirin ku ew kesên hatin binçavkirin, bi hinceta birîndarkirina 16 polîsan û 2 kesan hatine desteserkirin.
Herwiha li ser 75 hesabên medya civakî jî karûbarên yasayî hatine destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, xwepêşandan û protestoyên dijî qeyûman, li bajarê Batman, Mêrdîn, Wan, Xelfetî, Diyarbekir û navçeyên wan hîn jî dewam dikin û tê xwestin ji biryara tayînkirina qeyûman hikûmet paşve gav bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin