Bakurê Kurdistanê | Li Semsûrê cotkaran li dijî yasaya tutinê rêya çûnûhatinê girtin
PeyamaKurd – Bi taybet li bajarên bakurê Kurdistanê ku gelek cotkar debara xwe bi tutinê dikin.
Cotkarên li bajarê Semsûrê ku yek ji navenda hilberîna tutinê ya herî mezin e, li dijî qanûna nû ya deshilatdariya Tirkiyê ku qedexe danîye ser hilberandina tutinê û cezayên giran dide cotkaran rabûn protesto hatin kirin û daxwaza paşde kişandina wê yasayê hat kirin.
Bi hezaran hilberînerên tutinê li dijî qedexeya bazirganiya tutinê li navçeya Kolikê li hev kom bûn û rêya bêjahî ya Semsûr û Kolikê ji trafîkê re girtin.
Hêjayî Wezareta Daristan û Çandiniyê şert daniye ber cotkaran ku belgeyeke fermî di destê wan de hebe û herwiha ji 1ê vê mehê ve firotina tutinê jî hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin