Protestoyên êrîsa Îranê didomin: Li dijî dijminên Kurdistanê banga yekrêziyê hate kirin

23 January 2024 23:53 0 dîtin
Protestoyên êrîsa Îranê didomin: Li dijî dijminên Kurdistanê banga yekrêziyê hate kirin

PeyamaKurd – Li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, xwepêşandanên şermezarkirina Îranê yên bo êrîşa ser Hewlêrê berdewam dikin.

Îro 23yê Çile jî li Silêmaniye, Helebce û Raperînê bi xwepêşandanên girseyî êrîşa Îranê ya ku şeva 15ê Çileyê sivîlên Kurd hatibûn armanckirin û 5 kesan jî can dabû hate protesto kirin.

Bi hezaran kesên ji pêkhateyên cuda yên li bajarê Ranyayê jî çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin û êrîş û şehîdkirina welatiyên sivîl û armanckirina malên welatiyan bi hincetên bêbingeh şermezar kirin.

Di xwepêşandanan de, bi giştî xwepêşanderan daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya siyasî û ji aliyên Kurd kir ku li hember dijminên Kurdistanê rawestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di êrîşa bi moşekên balîstîkî ya Pasdarên Îranê de ku şeva 15ê Çile hatibû kirin, li Hewlêrê 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bûn.